Pirtir ji 60 serokên baroyan li dijî guhertina qanûna baroyan, çar roj in li ber parlamana Tirkîyê çalakîya rûniştinê didomînin.
Heta niha 17 xal li parlamanê hatiye qebûl kirin û çaverê ye ku îro hemî guhertin were pejirandin.
Rêvebirê Baroya Amedê Muhlîs Ogurlugîl, bi serok û rêvebirên baroyê çar roj in li ber parlamanê di çalakîyan da ye.
Ogurlugîl da zanîn ku walîtîya Enqerê hember çalakîyan hin qedexe ragihande û gelek caran li ser rêvebirên baroyan mudaxaleya polîsan jî çêbûne.
Ew dibêje ku AKP û MHP daxwaza hevdîtina serokan qebûl nekiriye.
“Bi guhertina qanûnê gelek mafên baroya ji dest tê standin, herwiha li her bajarekî hejmar temam bibe, evuqat dikarin baroyeke cuda jî ava bikin. Ev yek li hember yekîtîya awuqatan derbeyeke û ew dikarin bi vê rêyê parêzeran ser nêrînên wan krîmînalîze bikin."
Ogurlugîl bal dikşîne ku li Tirkîyê baroya herî mezin ya Stenbolê ye û 50 hezar endamên wê hene, lê yên bajarên biçûk ev hejmar dadikeve 30-40an.
“Endamên kê zêde bin, di hilbjartina seroktîya baroyan de dengê wan jî zêde dibe. Lê
Dema qanûn were guhertin, dengê baroya Stenbolê û yên ku endamê wan 30-40 in dibin yek..."
Çaverêye ku serokên baroyan çalakîya xwe bi daxuyanîyek roja Yekşemê bi dawî bikin.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.