Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amed û Cizîrê Rewş Gelek Aloz E


Alozî li seranser Dîyarbekirê pirtir dibe (Foto: Rûpela Handan Coşkun ya Facebookê)

Di 2ê mehê de li navçeya Sur’a Amedê qedexa derketina kolanan hat îlan kirin. Di 11ê mehê de jibo 12 saetan qedexe rabû lê heman roj qedexe car din hat îlan kirin.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksedag û parlamenterên HDP, hevserokê DBPê Kamuran Yuksek bi daxuyaniyek îlan kirin bi xwepêşndanek bi gel re wê ber bi Surê bimeşin. Lê vilayete bi dxuyaniyek îlan kir ku xwepêşandan li dijî qanûnê ye û gel hişyar kir ger di xwepêşndanê de cî bigirîn wê rastê mudaxalaya polîsan bên.

Îro li bajêr ti dikan nehatin vekirin. Bi sedan kes li çar aliye bajêr xwestin ber bi Surê bimeşin lê polîs hemî çûn hatinan girt û rê neda. Hat gotin çend kes hatine desteser kirin. Niha li çar aliye bajêr xwepêşandan heye û rewşa aloz li seranserê Amedê didome.

Ji aliye dinê ve do nêzî 3 hezar mamoste ji navçeyên Şirnexê Sîlopê û Cizrê derketin çûn bajarên xwe. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin miduriyeta perwerdehiyê ji mamosteyan re peyamek şand û ji wan re gotin ku jiber perwerdehiya navxweyî betlane heye 3 rojan heta 15 rojan.

Li ser çend torên civakî jî derbarê Sîlopê û Cizrê de peyam hatin belav kirin ku wê qedexe were îlan kirin û operasyonên pir mezin wê bên kirin. Ev jî bû sedema tirsê di nav mamosteyan de.

Ji Sîlopê rojanemavan Sebahattin Koyuncu ji Dengê Amerîka re da zanîn jiber ku bi dehan wesayitên zirxî yên leşkeri li Sîlopê û Cizîrê hatin zêdekirin ev weke nîşaneya qedexê hat binav kirin. Wî got bi van peyaman gel û mamoste hatin tirsandin da ku navçeyan vala bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Wilayeta Şirnexê bi daxuyaniyek duyemîn ragihand kul i Silopî û Cizrê heta feramenek duyamîn qedxe derketina kolanan hat îlan kirin. Bi van qedexa li Cizîrê 5, Sîlopê 2 car qedexe hat îlan kirin. Îro li Nisêbînê cara şeşan qedexe hat îlan kirin.

Wezirê Karê Saxlemiyê Mehmet Muezinoglu di gotarek de da zanîn li navçeyên ku qedexe tê îlan kirin nobetên xebatkarên karen saxlemiyê ji 24 saetan wê heta hefteyek zêde bikin.

Wî got operasyon bi serkeftin dewam dikin û wusa xuya ye tekoşîna li hember terorê wê 2-3 sal dewam bike.

Daxuyaniya wezîr weke amadekariya şerek giran hat şîrove kirin. Rewşa aloz li herêmê dewam dike û wusa xuyaye ku ev alozî wê li hemî herêmê belav bibe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG