Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Hember Belavbûna Korona Pêşîgirtinên Nû 


Rêvebirîya Parastina Saxlemî ya Amedê jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona li navend û bajarokên Amedê hin biryarên nû digire.

Bi biryara nû hemî erebokên destan, yên ku xurde û bermahîyên ambalajan berhev dikin tên qedexe kirin, hemî çayxaneyên li derve tên girtin, hemî karxane û dîkan ji 8’ê sibê heta 6’ê êvarê dikarin vekirî bin.

Li taxên Surê jî rê ji hatinçûna trombîlan re tên girtin.

Li ser Surê Kolana Gazî, li pêş Mizgfeta Nebî, Kervansaray, Derîyê Ruhayê û Serê Masîfiroşan; li Yenîşehîrê li Taxa Ofîsê, li Baglera li Kolana Medîne cîhên kontrolê ya peyayan tên çêkirin.

Li wan cîyên kontrolê tîmên ewlehîyê, yên saxlemîyê û yên şaredarîyan dê amade bin û germahîya laşê mirovan bipîvin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_Amed_Tedbîr_Covid-19_04_09_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG