Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Rûniştina Doza Betalkirina Danîna Qayuman Pêk Hat


Bi biryara Wezareta Karê Navxweyî, di 19’ê Tebaxa 2019’an de li şûna şaredarê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli qayum hat tayînkirin.

HDP'ê jibo betalkirina biryarê serî li dadgeha îdarî xistibû. Rûniştina yekê ya dozê roja Duşemê li Dadgeha îdarî ya Amedê ya Yekê hat dîtin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, piştî rûniştina dozê daxuyanîyek kurt da.

Gunay got ''Divê dadgerî nebe amurê mexsedên hikumeta desthilat û biryarek bê alî û hiqûqî bide.''

Cîgira Seroka HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ku piştî 13 mehan rûniştina dozê hat dîtin:

''13 meh şunda destpêkirina dozê bi sere xwe sosret e. Jiber ku di nav 13 mehan de şaredarê me hate girtin, cezakirin. Îrada gele me hate dizîn, qayum li gor dile xwe lêdixe. Em dizanin ku di vê dozê de em mafdar in û hêvî dikin ku dadegh jî li gor hiqûqê biryar bide.''

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP'ê di hilbijartina 31’ê Adarê de 3 bajarê mezin, 45 bajarok, 12 nahîye, bi giştî 65 şaredarîyan bi dest xistibûn. Lê bawername ji 6 bajarvanan re nehatibû dayîn, bi heceta ku ew bi biryarên di hikmê qanûnê de ji kar hatine derxistin.

19’ê Tebaxa 2019’an de, cara duyê qayum dan ser sê bajarên Mezin, Amed, Wan û Mêrdînê. Heta neha bi biryara Wezareta Karê Navxweyî qayum dan ser 47 şaredarîyên HDP’ê û 18 hevşaredar hatin girtin. 76 endamên meclîsan hatin dûrxistin û 10 endam hatin girtin.

HDP dibêje ku li 47 şaredarîyan ku qayum hatine danîn ser şaredarîyan, hejmara hilbijêran 4 mîlyon û 268 hezarî dibore.

XS
SM
MD
LG