Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amed û Dîlokê Dijî Rêvebir û Endamên HDP, DBP û TJA Operasyon Hatin Kirin


Li Amedê û Entabê (Dîlok) ser rêvebir û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Heremên Demokratîk (DBP, Tevgera Jina Azad (TJA) heriha komela xizmên girtîyan operasyoneke berfireh hate kirin.

Li Amedê berdevka TJA Ayşe Gokkan, berdevka Rojnamevanên Jin yên Mezopotamyayê û edîtora JÎNEWS’ê Ayşe Guney, endamên TJA Fîgen Ektî, Halîme Bayram jî di nav de 19 jin hatin binçav kirin.

Li Entabê jî hevserokê HDP’ê yê bajêr Musa Aydin û yê DBP’ê yê bajêr Mehmet Vural, herwiha serokên bajarokên Şehîtkamil û Şahînbeyê jî di nav de, 33 kes hatin desteser kirin.

Meclîsên Jinên Partîyên sîyasî, hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li dijî operasyonan daxuyanî dan.

Buldan got ku armanca bi van operasyonan dixwazin tekoşiîna jinan ya jibo azadî û wekhevîyê tune bikin.

“Naxwazin jin bi rêxistin bin, dixwazin dîwaran li pêş sîyaseta demokratîk ava bikin û çavê gel bitirsînin."

Ji alîyê din ve, hevseroka bajarokê Gîyadînê ya Agirî Betul Yaşa jî roja Duşemê hate binçav kirin û li şûna wê qeymeqam wek qayum hat danîn.

Bi vê biryarê, heta niha di destê HDP’ê de tenê 11 şaredarî man.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_07_14_2020_Amed_Entab
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG