Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Bajarên Kurdan Bilindtir Dibe


Bajarê Amedê
Bajarê Amedê

Li Tirkîyê hejmara nexweş û mirinên jiber belavbûna vîrusa korona her roj zêde dibe.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku hejmara kesên ku bi nexweşîya Covid-19 ketine ji 13 hezarî borîne û heta niha 204 kes jî mirine.

Li gor daxuyanîya Yekîtîya Doktoran li Amedê jî di nav pênc rojan de 5 kes jiber nexweşîya Covid-19 mirine û 150 kes bi vê nexweşîyê ketine.

Li Mêrdîn 1, li Rûha 1, li Miksa Wanê jî 1 nexweş jiber heman nexweşîyê mirine.

Hevşaredara berê ya Şemrexê Nalan Ozaydin, ku pênc meh bûn li Girtîgeha Tarsusê de girtî bû, bi nexweşîya Covid-19 ketiye û ew niha li Mêrdînê li nexweşxaneyê ye.

Parêzer û doktor hişyar dikin ku ger vîrus li girtîgehan belav bibe, felaketeke mezin dê çêbe.

Li girtîgehên Tirkîyê 300 hezar girtî hene û 1334 ji wan nexweş in û ji wan 500 jî nexwşên giran in.

Wezareta Dade ya Tirkîyê niha pêşnîyarqanûnekê amade dike û ger ew bibe qanûn, tê pêşbînî kirin ku 90 hezar kes ji girtîgehan werin berdan. Lê girtîyên ku ji sûcên terorê, destdirêjîya seksî, bazirganîya madeyên hişbir û kuştina bi qestî li dervayê pêşnîyarê tên hêştin.

KHF_04_01_2020_Mirin_ Covid-19
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG