Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Rewşa Dawî ya Vîrusa Korona Çawa Ye?


Cara pêşî di 10'ê Adarê de nexweşê Covis 19 li Tirkîyê hat ragihandin, lê di nav 48 rojan de 2805 kes jiber vê nexweşiyê mirin.

Heta niha 110 hezar zêdetir kes bi nexweşiya Coivd 19 ketine û 29,140 kes jî baş bûne.

Li Amedê jî 40 kes mirin û dora 300 newxweş niha li nexweşxaneyan tên derman kirin.

Endamê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê Halîs Yerlîkaya dibêje ku li gor texmînan hejmar çar caran li gorî daxuyanîyên Wezareta Saxlemîyê zêdetir e.

“Ger tedbîr werin siviktir kirin, vîrus wê dîsa belav bibe, loma divê havînê jî heman tedbîr bidomin,” Yerlîkaya dibêje.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_Rewşa_Korona_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG