Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Biryara Vegera Jîyana Normal li Amedê Nexweşên Covid 19 Zêde Dibin


Kolanên Amedê
Kolanên Amedê

Nûnerên rexistinên saxlemîyê li Amedê ser biryara normalbûna Tirkîyê daxuyanîyek dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di bingeha hizra biryara vegera jîyana normal de xema pêşîn pêşîgirtina têkçûna aborî ye û saxlemîya civakê hatiye piştguh kirin.

Li gor daxuyanîya doktoran piştî ku dîkan û mol vebûn, di nav du hefteyan de li Amedê hejmara kesên bi nexweşîya Covid 19 ketine ji 200 kesan bihorîye û rewşa 20 kesan girane.

Doktor dibêjin ku di meha Nîsanê de jî li Amedê hejmara nexweşan ewqas zêde nebibû.

Daxuyanî dide zanîn ku heta neha li Amedê pirtir ji 1000 kesan jibo nexweşîyê hatine derman kirin û kesên ji nexweşiyê mirine jî 50 ne.

Doktor bal dikşînin ku ser xemsarîya civakê û dibêjin ku kes guh nade hişyarîyên wan.

Doktor hişyar dikin ku ger ev tevgerên xemsar bidomîn, di payîzê de metirsî heye ku pêleke mezintir ya vîrûsê li Tirkîye rû bide.

KHF_06_03_32020_Amed_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG