Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Hejmara Pêketîyên Korona Zêde Dibin


Bajarê Amedê
Bajarê Amedê

Wezîrê Saxlamîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca di daxuyanîya rojane ya derbarê rewşa nexweşîya Covid-19 de roja Duşemê ragihand ku Amed di nav pênc bajarên serekî de ye.

Li Amedê hejmara nexweşên ku di servîsa çavderîya krîtîk de ne di sê rojên dawî de zêde bûne.

Rûniştvana Amedê Hisna meheke berê bi Covid 19 ketiye. “Tevî ku min xwe pir baş parastiye jî nizanim ku min ji kê û çawa korona giritiye.”

Fehmî dîkandarek e û li Amedê dijî. Ew dide zanîn di nav du hefteyan de, du kurên xaltîya wî yên birayê hev bi vê nexweşîyê mirine.

"Piştî hewarîya kurên xaltîya min gelek endamên malbatê ku hatine şîna wan jî bi nexweşîyê ketine.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_07_28_2020_Amed_Zêdebûna_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG