Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hember Belavbûna Korona jibo Dawîya Heftê Qedexeya Çûnhatinê Radigihîne


Di dema pandemîya korona de kolanên Amedê

Hikûmeta Tirkîyê bi armanca pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona di dawîya hefteyan de qedexeya çûnhatinê radigihîne.

Li Tirkîye her roj bi dehan hezar kes bi virûsa korona dikevin û pirtir ji 14 hezar kes ji jiber wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Wezareta Saxlemîyê roja Pêncşemê ragihand ku 187 kesin din ji nexweşîya COVID-19 mirin û 32.381 kesên din bi wê nexweşîyê ketine.

Lê, rêxistinên saxlemîyê bawer dikin ku rewşa heyî ji ragihandinên fermî gelek xirabtir e. Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) îdia dike hejmara rojane ya pêketinên nû di dora 60 hezarî de ye.

Endamê TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya da zanîn ku li Amedê jî her roj derdora 1000 kes bi nexweşîya COVID-19 dikevin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî rgaihandibû ku jibo pêşîgirtina xeterîyên mezin û sivikkirina barên nexweşxaneyan, nav hefteyan êvarê û du rojên dawîya hefteyê qedexa çûnûhatinê ragihînin.

Berîya du hefteyan jî biryar hatibû girtin ku qedexe di nav heftê de ji heştê êvarê heta pêncê sibê be.

Li gor biryara nû, herwiha mirovên ji 65 salî mezintir û ji 20 salî biçûktir, tenê rojê çar saet dikarin ji malên xwe derkevin.

Kerem kin nêrînên çend rûniştvanên Amedê yên derheqa biryarên ser qedexeyan guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG