Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Amedî 123 Salîya Rojnameya Kurdistan Pîroz Dikin


Mîqdad Bedirxan di 22 Nîsana 1898'an de, li bajarê Qahîreyê rojnameya Kurdîstan derxist.

Ev roj ji sala 1973'an vir ve wek Roja Rojnamevanîya Kurdî tê pîroz kirin.

Komela Rojnamevanên Dîcle û Firatê li ser salvegera rojnamegerîya Kurdî li Amedê daxuyanîyek da bîragiştî.

Hevserokê Komelê Serdar Altan got ku 123 sal derbaz bûn, lê kelecana rojnamevanên Kurd hîn wek berê zindî ye.

“Israra ragihandina rastîyê sedeme bingehîn ya rojnamevanîya Kurdî bûye û ew li hember dagirkerîyê hişmendiyekê di nava gel de afirand. Li Tirkîyê hebûna çapemenîya azad her dem pirsgirêk bû, lê di dema desthilata AKP'ê de bi avakirina ragihandina alîgir dixwazin civakê ji rastîyan dûr bixin.''

Altan anî ziman ku rojnamevanîya Kurd giheştiya asta cîhanî û êdî ew dibin çavkanî.

Wî herwiha dîyar kir ku jibo ragihanda azad, rojnamevanên Kurd bi canê xwe berdelên giran dane.

KHF_04_22_2023_Rojnamevanîya_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG