Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Sazîyên Amedê Bal Dikşînin Ser Rewşa Xirab ya Mafê Mirovan


Komelên sîvîl li Amedê

Dezgehên mafê mirovan li Amedê di çarçoveya hefteya mafê mirovan de roja Pêncşemê daxuyanîyeke hevpar dan û ser rewşa heyî agahîyan parve kirin.

Baroya Amedê, Komela Mafê Mirovan, Weqfa Mafê Mirovan û Yekîtîya Doktoran bal kişandin ser binpêkirina mafê mirovan ya dema pandemîyê.

Wan herwiha dîyar kir ku jiber ku dewlet dixwaze bi rêgezên ewlehîyê pirsgirêka Kurd çareser bike, di warê mafê mirovan de binpêkirinên mezin diqewimin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku:

Di nava 11 mehan de 355 jin hatine kuştin

Li girtîgehan 519 nexweşên giran hene û di salekê de 49 girtî mirine.

Tê îdia kirin ku hêzên ewlekarîyê êşkence li nêzî 300 kes kirine û kesên êşkencekirî daxwaza alîkarîya tendirûstî û derûnî û hiqûqî kiriye.

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00

XS
SM
MD
LG