Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê di Operasyoneke Hevdem de 21 Sîyasetvan Hatin Binçav Kirin


Di operasyoneke hevdem ya polîsan de 21 sîyasetvan ji malên xwe yên li Amedê hatin girtin ku di nav wan de hevşaredara berê ya Farqînê, Naşîde Toprak jî heye.

Polîsan îro Înê serê sibê girtin ser mala endamên Partîya Heremên Demokratîk (DBP), Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP), herwiha avêtin ser avahîya Kongreya Civata Demokratîk (KCD) û Weşanxaneya JJ jî.

Partî û sazîyên ku endamê wan hatin binaçvkirin, li avahîya KCDê daxuyaniyek dijî operasyonê dan.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven operasyon şermezar kir. “Ew dixwazin ji hevalên me re sûcek çêkin, lê em dizanin ku di çavên delwetê de Kurdbûn sûc e.''

Berdevka tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokan jî got ku li pêşîya Kurdan ji bilî yekîtîyê ti rêyek nemaye.

XS
SM
MD
LG