Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amed Ser Biryara Trump ya Vekişîna ji Bakurê Sûrîyê Çi Difikire?


Gotûbêjên ser biryara Amerîka ya vekişîna ji Sûrî didome. Kurd li ser biryara serokê Amerîka çi difikirin?

Hevserokê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) yê Amedê Îbrahîm Çîçek ji Dengê Amerîka re biryara Amerîka şîrove kir.

Ibrahim Cicek
Ibrahim Cicek

"Berî ku Amerîka here Sûrîyê, hêzên Kurdan li wir bûn û serbixwe bûn. Ev rewş bi vekişîna Amerîka naguhere. Rêya dîyalog û danûstandin jibo Kurdan vekirîye. Tevî ku Kurd jibo aştî tekoşinê dikin, ew dikarin li hember êrîşan berxwe jî bidin.”

Çîçek bawer dike ku bi vekişîna Amerîka, Kurd bêkes namînun.

“Bila Kurd netirsin û bila kes nebêje Kurd bêkes mane. Ew dikarin xwe biparêzin.”

Jimareke rûniştvanên Amedê jî di wê bawerîyê de ne ku Amerîka jibo berjewendîya xwe Kurdan tenê dihêle.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji hizr û nêrînên rûniştvanên Amedê ji fayla deng guhdar bikin:

KHF_11-21_2018_Amed_Trump
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00

XS
SM
MD
LG