Bajarvanên Kurd ku ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve ji kar hatibûn dûrxistin, di preskonferansekê de îro li Stenbolê tawanên hember xwe bi zimanekî tund red kirin.
Bajarvanê Amedê Şelçuk Mizrakli, yê Mêrdînê Ahmet Turk û ya Wanê Bedîa Ozgokçe ji kar dûrxistina xwe wek darbeyeke sîyasî bi nav kir û got ku ewê wê yekê bibin dadgehê.
Her sê şaredar di hilbijartina Adarê de ji lîsta Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatibûn hilbijartin û ew di 19’ê Tebaxê de ji alîyê wezareta navxweyî ve, bi heceta hebûna peywendîyên bi PKKê re, ji kar hatibûn dûrxistin.
Piştî dûrxistina Mizrakli, Turk û Ozgokçe xwepêşandanên girseyî li herêma Kurdan berdewam dikin û pir caran ew xwenîşandan ji alîyê polîsan ve bi ava şidandî tên asteng kirin.