Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amedspor jibo Protestokirina Cezayan, Derneket Maçê


Divêbû Amedspor roja Yekşemê maça bi Sêwas Beledîyesporê re maçekê bikira, lê rêvebirîya Amedsporê jibo balkişandina cezayên hember wê, tîma xwe dernexist maçê.

Amedspor bi daxuyanîyekê ragihand ku jiber ku di nav du salan de 41 caran cezayê bê temaşevan dane, ew dernakeve maçê.

Serokê Amedspor Nurullah Edemen dibêje piştî ku navê tîmê kirin Amedspor, du sal û niv 60 maç lîstin, lê ceza dan 41 maçan ku alîgirê Amedsporê neçe maçê.

“Jibo ku kêşeya cezayên bê temaşaevan çareser bikin, me bi wezîrê karê navxweyî, parlamenter, federasyona futbolê ya Tirkîye û bi walîyan re civînan çêkirine, lê encamek erênî bidest nexistine.”

Daxuyanîya rêvebirîya Amedsporê de weha hatiye gotin:

"Çawa ku tîmên futbolê ligel alîgirên xwe dema tên bajarê me, ewlehîya wan tê girtin. Divê heman helwest jibo Amedspor û alîgirên wê jî were nîşandan. Ger ku ev ceza tenê jibo Amedsporê be, emê bifikirin ku helwesteke dijî tîma me heye. Walîtîya ku nikaribe ewlehîya alîgirên me bigire, dê nikaribe ya lîstikvanê me jî bigire. Jixwe gelek caran li sehayê lîstikvanê me rastê êrîşan jî hatin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku lîstikvanê Amedsporê, Denîz Nakî li Almanya bû armanca êrîşeke çekdarî, lê ti zîyan negiştibû wî. Li ser torên civakî hat îdia kirin ku Nakî biryar daye ku venegere Tirkîyê.

Edemen dibêje ku herî dawî, piştî êrîşê wan bi Nakî re peyîvîne, lê ev biryar ji wan re nehatiye ragihandin.

“Denîz lîstikvanê futbolê ye. Divê bi vê nasnama xwe derkeve pêş. Daxuyanîyên wî yên sîyasî hizrên wî yên şexsî ne û helbet hîzra xwe kiriye ku encama van daxuyanîyan wê çi be.”

Hêjayî gotinê ye ku Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TFF), jiber daxuyanîyên Nakî, ew hinartibû komîsyona dîsiplînê, bi hiceta ku propagandaya îdyolojîk kiriye.

Komîsyon dikare heta heş maçan ceza nalîstinê bide Nakî ku îhtîmale ewiha jî bibe sedem ku Amedsporê jî ceza wergire.

KHF_01_29_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG