Îro Çarşemê Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al-Kazimî di hesaba xwe ya twîterê de, daxuyaniyek derbarê bidawî hatina çalakiyên leşekî yên hêzên Amerîka li Îraqê weşand.
Weke di daxuyaniya Kazimî de di twîterê de hatî dibêje "Karê erka leşkerî ya hêzên hevpeymana li Îraqê bidawî hat, derketina hemî hêzên şerker û alavên wan yên leşkerî bo derveyî Îraqê temam bûne."
Kazimî behsa rolê leşekrên Amerîka û hevpemanan ji niha şûn de li Îraqê dike û dibêje "Niha rolê hevpeymanan li gor diyaloga stratejî dê tenê di warê şêwirmendî û piştevanîyê de be."
Mustefa Kazimî spasiyên xwe aresteyî welatên hevpeyman û welatên cîran kirin yên ku rola wan di şerê li dij DAIŞê de heyî û got "Em spasiya welat û serokatiya hevpeymaniya navnetewî dikin, herwiha cîranên me yên hevpar di şerê li dij DAIŞê de û em tekezê li ser wê yekê dikîn ku hêzên me di amadene berevaniya ji gelê me bike. Bijî Îraq. "
Di meha Tîrmeha borî de li Qesra Spî Serokê Amerîka Joe Biden û Serwokwezîrê Îraqê lihev kirbûn ku Washington û Bexda di gera çaran ya diyaloga stratejî ya hevbeş ya di navbera her du welatan de gihan wê biryarê ku dawiya sala 2021î hemî hêzên şerker yên hevpeymanan û Amerîka ji Îraqê derkevin, leşekrên Amerîka tenê dê ji bo şêwirmendîyê li Îraqê bimînin.
Gelek caran berpirsên Îraqê ragihandîye ku hêzên Amerîka û hevpeymana navdewletî dê ji Îraqê derkevin û tenê di warê şêwirmendî û pêzanînên Îstîxbaratî de alîkariya artêşa Îraqê bikin.
Daxyunaiya Mustefa Al Kazimî di wî çaxî de hat ku leşkerê Îraqê bi konveyeke trombêlan salvegera duyan ya êrîşa esmanî ya Amerîka li bîr anî dema ku di wî êrîşê de lîderê Heşda Şaabî Abu Mahdî Elmuhandis û lîderê leşekrê Qodis yê Îranê Qasdim Silêmanî hatbûn kûştin ku bûbû sedema nerazîbûna milîtanên Îraqê yên ku Îran piştevaniya wan dike.