Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Welî: Rewşa Sûrîyê Bi Hilbijartinên Amerîka Ve Girêdayî Ye


Pirsgirêka Sûrîyê di nava bêçareserîyê de derbas dibe. Heta niha hevdîtinên ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Astana hatin çêkirin jî encamek baş çênebû ye.

Herçende Amerîka li Sûriyê ye, lê siyaseta wê hê jî di rewşeke ne zelaliyê de dom dike.

Profesor Dr. Abbas Welî
Profesor Dr. Abbas Welî

Di vî warî de Prof. Dr. Abbas Welî dema sîyaseta Amerîkayê dinîrxîne dide xuyakirin ku mesela Surîyê bi encama hilbijartinên Amerîkayê ve girêdayî ye. Welî vê yekê jî wiha radigîhîne:

“Sîyaseta Amerîkayê li beranberî Sûrîyê qet zelal nîne. Sedama vê jî rêveberîya Amerîkayê ya ku niha li ser kar e. Bi ya min heta hilbijartinên Amerîkayê dawî nebin ev ne zelalî jî dê bidome. Mesela Sûrîyê niha bi vê encamê ve hatîye girêdan.”

Rûsya, Tirkiye û Îran li ser pirsgirêkên li Sûrîyê gelek caran civîyan. Prof. Dr. Abbas Welî dema wan civînan şîrove dike dibêje, sîyaseta Rûsya û Tirkiyê ya li Sûrîyê bi hîç awayekî hev û din nagrin. Welî vê yekê jî wiha dîyar dike:

“Rûsya naxwaze Tirkiye li Sûrîyê bimîne. Ji bo ku di pir cîyan de ser Sûrîyê cûda difikirin. Heke heta niha Tirkiye li Sûrîyê mabe jî, sedama vê ne zelalîya sîyaseta Amerîka ye. Eger ku hêla hewayî ji Tirkiyê re nehata vekirin Tirkiye nikaribû bikeve di nav axa Sûrîyê.”

Di rojên borî de, bi hevkarîya Amerîka û Fransayê du hêzên Kurd PYNK û ENKS hatin ba hev û peymaneke çêkirin. Welî van hevdîtina girîng bibîne, lê hîşyarî dide û wiha dibêje:

“Pentagon hewildaneke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dabû. Lê mixabin hevdîtinên ku di navbera Trump û Erdogan de çê bûn yekser ev hewildan têk birin. Di nav hêzên Kurd de, hevdîtin çêbûn lê di vê derê de jî zor tişt ne zelal in. Ya girîng ewe ku Amerîka sîyaseta xwe zelal nîşan bide. Lê mixabîn ji vê nezelalîyê sîyaseta Amerîka,Tirkiye sûdê jê dibîne.”

Raporta Enqerê - 23 07 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:23 0:00


XS
SM
MD
LG