Wezareta Xezîne ya Amerîkî roja Duşemê bi sedema kirîna S-400'an ya sîstema berevanî ya Rûsî, toleyên nû li hember Tirkîyê ragihandin.
Di biryarê de dijî sazîya endustrîya berevanîyê, serokê wê Îsmaîl Demîr û sê karmendên din tole hatine danîn ku Tirkîyê jibo kirîna çekên Rûsî were ceza kirin.
Amerîka bawer dike ku sîstema S-400’an ser sîstema berevanî ya NATO'yê xeterîyeke mezin çêdikin.
Washingtonê sala borî jî jiber biryara Tirkîyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên nû li dijî wî welatî kiribû.
Demîr ji medya Tirkîyê re got ki toleyên Amerîkî wê li ser Tikîyê bandoreke mezin çênekin.
Akademîsyen Vahap Coşkun, biryara toleyan zêde giran nabîne, lê ew bawer dike ku Amerîka û Tirkîye dê ser Sûrîyê rûbirûyê pirsgirêkan bin.
Akademîsyen Abdullah Kiran jî van toleyan sivik dibîne û pêşbînî dike ku Tirkyî wê zêdetir xwe nêzîkî Rûsyayê bike.