Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycan li Washingtonê Dicivin


Şerê Ermenîstan û Azerbaycan
Şerê Ermenîstan û Azerbaycan

Ermenistan û Azerbaycan îro Sêşemê dîyar kir ku wezîrên wan yên karên derve wê roja Înê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re, bi armanca bi dawîkirina şerê li herema Nagorno-Qarabax bicivin.

Wezareta Karên Derve yê Amerîka heya niha di derbarê civînê ti daxuyanî an şîrove ranegihand.

Lê civînên plankirî nîşan didin ku demeke kurt berîya hilbijartinên seroktîya Amerîka, Washington jibo çareserîya şerê navbera her du welatan dê pirtir gavan bavêje û hewildanan zêde dike.

Demûdest zelal nebû ku wezîrên derve yên alîyên şerker wê bi Pompeo re cuda yan bi hev re bicivin.

Azerbaycanê ragihand ku wezîrê wê yê derve Ceyhun Bayramov dê bi nûnerên ewlehî ya OSCE û bi rexistina çavderîya mafan ya bi navê Koma Mînsk re jî civînan pêk bîne.

Rûsya, Fransa û Amerîka hevseroktîya Koma Mînskê dikin ku ev koma bi salan e bo çareserîya pevçûn û pirsgirêkên navbeynkarî bi rê ve dibin.

Hevdem, Ermenistan jî di derbarê planên wezîrê derve Zohrab Mnatsakanyan yên li Washington zede hûrgilî ranegihandine.

Du komarên Sovyeta berê, Ermenistan û Azerbaycan got ku roja Sêşemê li Nagorno-Qarabax û dora wê şerekî dijwar derketiye ku 43 leûkerên berevanîya Qarabaxê hatine kuştin.

Pevçûnên navbera her du alîyan dibe sedema fîkaran ku hêzên herêmî Tirkîyê û Rûsya dibe ku bikevin nav pevçûnek berfireh.

Ew şer herwiha metirsîyên ser ewlehîya xetên li Azerbaycanê zêde dike ku gaza xwezayî û petrolê digihînin bazarên cîhanê.

Hejayê bîrxistinê ye ku girjîyên navbera Ermenistanê ya Krîstîyan û Azerbaycana Misilman ya ser herêma Nagorno – Karabaxê bi dehan sal in didomin.

Tevî ku ew herêm beşek ji Azerbaycanê ye piranîya şenîya wê Ermenî ne û ew dixwazin herêma xwe bi xwe bi rê ve bibin.

XS
SM
MD
LG