Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Komeke Nîjadperest ya Rûsî Dixe Lîsta Rêxistinên Terorîst


Karbidestekî payebilind yê Wezareta Derve ya Amerîka îro Duşemê ji Reutersê re got ku Washington grubeke ultranasyonalîst ya bingeh li Rûsya dixe nava lîsta rêxistinên terorîst.

Gruba Tevgera Emperyal ya Rûsî, ku endamên wê xwe wek nasyonelîstên Ortadoks yên Rûsî bi nav dikin, dixwazin monarşîyê li Rûsya bi cîh bikin. Ew Rûs, Ukraynî û Berarûsan wek nîjadên bilind dibînin û armanc dikin ku berjewendîyên wan pêşve bibin.

Wezareta Derve ya Amerîka di raporta xwe ya salane de, di meha Mijdarê de gotibû ku terorîzma ser bingeha etnîkî û nîjadî li Amerîka û li seranser cîhanê di asteke hişyarder de bilind dibe.

XS
SM
MD
LG