Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xemên Ewlehiyê Rêwîtiya Hinek Afganan Ber Bi Amerîkayê Ve Li Kampa Balkanê Rawestand


Ji bo hinek Afganiyên ku ji Afganîstanê derketine dema ku welatê wan havîna borî ketibû destê Talîbanê, rêwîtiya ber bi Amerîkayê ve rawestiya ye li kon û xaniyên demkî yên li ser bingehek Amerîkî li Balkanan û dibe ku ew rêwîtî bi dawî bibe.

Herçend ji Tebaxê êreve zêdetirî 78,000 Afganî bo jinûve bicihbûnê hatine Amerîkayê jî, paşeroja kesên ku ji bo vekolîna ewlehiyê ya zêde hatine nîşankirin û li Kampa Bondsteel ya li Kosovayê dimînin nedîyare.

Nerazîbûna wan zêde dibe. Li gorî wêneyên ku bo Associated Press hatine şandin, hinek Afganên li baregehê, ku bi nepenî hatiye dorpêçkirin, vê hefteyê pêngavek neasayî ya lidarxistina xwenîşandanekê havêtin, pankartên bi peyamên wekî "em dadê/edaletê dixwazin" hildan.

Afganîyekê bi nave Mihemed Arif Serwarî, di peyamek nivîskî da got."Ew tenê heman tiştan dubare dikin, ku dem pêwîst e û divêt em bi sebrê bikin".

Giliyên wan pencereyek vedike li ser aliyekî valakirin û bicîkirina Afganiyan ku kêm bal kişandiye ji ber ku rayedarên Amerîkayê û hukûmeta Kosovayê naxwazin pir tiştan li ser mirovên ku bo Bondsteelê hatine şandin bêjin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG