Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Giranîya Lûtkeya Ewlehîyê Ya Asyayê li Ser Têkiliyên Ukrayna, Amerîka Û Çînê


Şerê li Ukraynayê û têkiliya Çînê ya digel Amerîkayê ku her ku diçe aloztir dibe, hema hema di her rûniştineka Diyaloga Shangri-La li Sîngapurê da dîyar bû. Lûtke ewro roja Yekşemê piştî sê rojên gotûbêjan bidawî bû.

Wezîrê Berevaniya Çînê Wei Fenghe, ku yek ji axaftinên taybet di roja dawî ya civînê de pêşkêş kirî, got ku ew li ser Amerîka ye ku têkiliyên dualî digel welatê wî Çînê baştir bike dema ku têkilî di qonaxek xeternak da derbas dibin.

Wei, ku bi cilên generalekî ya Artêşa Rizgariya Gel beşdarî lûtkeyê bibû got: "Em ji aliyên Amerîkî daxwaz dikin ku dest ji rûreşkirin û dorpêçkirina Çînê berde. Dest ji destêwerdana karûbarên navxweyî yên Çînê berde. Têkiliyên dualî baş nabin heta ku Amerîka dest ji wan kiryaran bernede".

Dema ku alozî li ser girava Taywanê zêde dibin di navbera Amerîka û Çînê da Wei Fenghe got Çîn dê "heta dawîyê dijî" ragihandina serxwebûna Taywanê raweste. Ew bijardeya yekane ye bo Çînê.

Diyaloga Shangri-La civîna ewlehîyê ya Asyayê ya sereke ye û îsal 575 delege ji 40 welatan beşdar bibûn û di nav wan da dîplomat, karbidestên berevaniyê û çêkerên çekan jî hebûn.

Wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê Lyold Austin di axaftina xwe ya li civîna roja Şemiyê de got ku "metirsîyek" zêde di hejmara rûbirûbûna neewleh û neprofesyonel di navbera firoke û keştiyên Çînê û yên welatên din da çêbûne. Wî herwiha got ku Amerîka dê piştevanîya hevalbendên xwe bike, Taywan jî di nav da.

Têkiliyên Amerîka û Çîn bi giştî di civîna salane ya li Sîngapurê da cihek girîng digrin, lê îsal, dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê navenda gotûbêjan bû.

Axivtinek balkêş jî bi rêya înternetê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy kir, û nûner hişyar kirin ku dagîrkirina welatê wî gefan li nîzama ser bingeha-qanûnî ya tevahiya cîhan dike û dibe sedem ku cîhan rû bi rûyê xetera birsîbûn û krîzên xwarinê bibe.

XS
SM
MD
LG