Amerîkayê nîgeraniya xwe derbarê raporên hovîtiyên etnîkî yên li herêma Tigrayê ya Etiyopyayê nîşan da.
Peyvdarê Wezareta Derve Ned Price di daxuyaniyekê de got, "Em bi hişyariya herî mezin diyar dikin ku li gor raporan desteserkirina bi hezaran Etiyopiyên ji etnîsîteya Tigrayan li rojavayê Tigrayê berdevam dike bi rengekî keyfî û di şert û mercên xeternak yên jiyanê da."
Wî got ku Amerîka "gelek dilgiran e" ji dîtinên vê dawîyê yên raporeka hevbeş ji alîyê du komên sereke yên mafên mirovan ve, ya Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) û Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch), ku tundûtûjîya li herêmê wek ramalîna etnîkî binav dikin.
Rapor binpêkirinên hêzên ji herêma Amhara nîşan dide, ku leşkerên hukûmetê û komên milîs piştevanîya wan dikin. Rapor dîyar dike ku bi sedan sivîl li rojavayê Tigrayê ji malên xwe hatin derxistin bi rêya gef, tundûtûjiya zayendî, redkirina alîkariyan û kuştinên neqanûnî.
Her wiha belgeyên mirinan li navendên desteserkirinê li seranserê rojavayê Tigrayê û destdirêjîya zayendî ji alîyê çete û hêzên ewlehîyê ve hatine dîtin.
Lekolîneran gotin ku encamên wan ser bingehê hevpeyivînên digel zêdetirî 400 niştecihên rojavayê Tigrayê hatine tomar kirin.
Hikûmeta Etiyopyayê got ew dê bi baldarî raporê binêrin, lê di heman demê da rexne jî kirin ku rapor yek alî ye.
Pevçûn li Tigrayê di dawiya sala 2020an de di navbera hukûmeta federal ya Etiyopyayê û hêzek leşkerî ya herêmî, Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê da dest pê kiribû, û ji wê demê êreve di nav şerê navxweyî da 2 mîlyon kes bi dare zorê ji malên xwe hatine derxistin. Pevçûnên etnîkî yên di navbera civakên herêmê Amhara û Tigrayê da bi dehsalan derbas bûye.
Ned Price got Amerîkayê daxwaz kirîye ku demûdest kesên ku bi rengekî keyfî li rojavayê Tigrayê hatine girtin serbest bihên berdan û herwiha daxwaz kirîye ku rê ji bo çavdêrên navnetewî bihê vekirin ku ew bigihin hemî navendên desteserkirinê.