Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Hevbeş ya Wezîrên Derve Ser Çekên Kîmyayî Yên Sûriyê


Logoyê wezareta derva ya Amerîka
Logoyê wezareta derva ya Amerîka

Roja Çarşemê daxuyaniyek hevbeş ya wezîrên derve yên Amerîka Rex Tillerson, Brîtanya Boris Johnson, yê Fransa Jean-Yves Le Drian û wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel derbarê çekê Kîmyayî yê Sûriyê hat weşandin.

Daxuyanîya hevbeş dide zanîn ku, li gûr lêkolînên Rêkxistîya Qedexekirina Çekê Kîmyayî û komîta Civata Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî " UNSC" giha bûn wê bawerê ku rejîma Asad berpirse ji, biakr anîna gaza "Sarîn" li Xan Şayxûn ya girêdayî Îdlbê li bakurê Sûriyê, roja 4î Nîsana 2017an.

Daxuyanî dibêje, em ji encamên komîta hevbeş "JIM"bi bawerîn, komîte bi şêweke pisporî û profêşînal kar dike, di beşekê daxuyanîyê de hatîye ku, "dewleta Sûrî yasya navnetewî bin pê kirîye, di nav de peymana çekê kîmyayî, Em bi şîdet vî karê bedrewşt şermezar dikîn, ji rejîma Asad re dibêjin derhal bikaranîna çekê Kîmyayî rawestîne, herwiha daxuyanî dibêje, divê civaka navnetewî her hemû hevkar bin jibo lêkolînan liser her carekê li Sûriyê çekê Kîmyayî hat be bikar anîn.

Daxuyanî herwiha diêje, ev ne cara yekê ye, çekê kîmyayî li Sûriyê tê bakar anîn, Tevgera Dadwerî û Yeksaniyê ragihand bû ku, sala 2016an rejîma Sûrî gaza Chlor-Klor, di sê êrîşan de bikar anî bû, ev êrîş di salên 2015 û 2014an de hatbûn encamdan, herwiha çekdarên DAIŞê sala 2015an gaza Xerdel ya Kîmyayî bikar anî bû.

Daxuyanîya hevbeş ya wezîrên derve li dawiyê dibêje, bersivdanek bihêz ya navnetewî jibo sizdana kesên berpirs ji bikar anîna gazên kîmayayî gelek giringe, hewildan bicîanîna dadweriyê bo qorbaniyên êrîşên çekê kîmyayî gelek giringe bihêt kirin, divê civaka navnetewî û Civata Ewlekarîya Navnetewî û hemû endam berpirsin ji wê yekê ku, çekê kîmyayî êdî neyê biakr anîn û belav bûna wî bihêt rawestandin û pêgirî bi jinavbirina çekê kîmyayî bihêt kirin.

XS
SM
MD
LG