Karbidestek Koşka Spî bo Dengê Amerîka: Eger Îran êrişî xwepêşandanên aştiyane bike Amerîka bi tundî dê li wan bixe.
Karbidestekî Koşka Spî îro Çarşemê gote Dengê Amerîka ku Serok Donald Trump ser rewşa li Îranê zelal gotîye: “Eger Îran li hember xwenîşandanên aştiyane yên li Îranê tundîyê bikar bîne û bi teqekirinê xwepêşanderan bikuje, ku her tim wan weha kirîye, ewê (Amerîka) bi awayekî gelek tund li wan bixin.
Karbidestê Amerîkî herwiha got ku Serok Trump bi Operasyona Midnight Hammer (Çakûçê Nîvê Şevê) û Absolute Resolve (Îradeya polyî) nîşan daye ku ew xwedî li gotina xwe derdikeve.
Serok Trump berî niha jî gotibû ku hişdarî dabû eger Îran êrîşî xwepêşandanên aştiyane bike ewê Amerîka bi hewara wan ve here.
Nêzî du heftiyan e, pêleke nû ya xwepêşandanan li paytext Tehran û bajarên din yên Îranê li dij rejîma Komara Îslamî destpê kirîye. Di encamê de heta niha bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.