Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Amerîkî ji Cûrê B-1B li Esmanê Nîvgirava Korî Difirin


Fermandariya hêzên Amerîkî li ava Pasîfîkê (PACOM), daxûyanek weşand û da zanîn ku wan roja Şemiyê "bersivdanek raste rast" li hember mûşekên Koreya bakur encam daye, doh Şemiyê du bombeavêjên Amerîkî yên ji cûrê B-1B li esmanê nîvgirava Korî bûn û firîn pêkanîn.

Daxûyanî dibêje, bo mawê 10 seatan ji bingeha Andersen ya esmanî li girava Guam firokên cengê yên Amerîka firînên xwe li hinadvî ava Japoniya berdewam kirin, herweha 2 firokên hêzên esmanî yên Japonya ji cûrê F-2 beşdarî firînan bûne.

Daxûyanî dîsan dide zanîn ku, firokên Amerîka û Japonya çûne di bihavê esmanî yê nîvgirava Korî de, 4 firokên cengê yên Koreya başûr gihane wan û firînên xwe berdewam kirin, firokên Amerîkî li hindavî bingeha esmanî ya Osan li Koreya başûr nizim firîne berî vegerin bingeha xwe li girava Guam.

Li aliyekî din serokê Amerîka Donald Trump rexne li Çînê girtin û got, Çîn carek din, nikarî derbarê rawestandina bernamê mûşekên Koreya bakur biserkeve.

Ji hejî bîrxistinê ye ku roja Înê Koreya bakur car din tehedîya civaka navnetewî kir û tecrûbeke nû ya mûşekên balîstî yên dûravêj encam da bû, mûşeka balîstî ya Koerya bakur ket bû di avê de, li rojavayê Japonya.

Firînên Hevbeş Bersivdanek Bo Mûşekên Koreya Bakur
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:58 0:00

XS
SM
MD
LG