Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûnsazên Amerîkî Erê Dikin li Dor Piroje Biyareke Cezayan li Dijî Rûsya


Kongrêsa Amerîkî
Kongrêsa Amerîkî

Democrat û Komariyên Amerîkî gihîştin rêkeftinekê li dor pirojebiryareke cezayan li dijî Rûsya, Îran û her wiha Korya Bakur, serkirdeyên democrat ên kongrês îro şemiyê got.

Proje biryara rawestana li dijî çalakiyê Îran ên têkbirina seqamgiriyê, meha borî hatibû erêkirin ji aliyê Sînato ve, lê di encûmena niwêneran de rawestiya piştî Komariyan pêşniyar kir ku ew cezayên dijî Kurya Bakur jî vehewîne.

Ev dê bibe hokar ku hetrdû beşên kongrês jî divê pêdaçûnê di piroje biryara nû de bikin.

Serkirdeya Demokrat a encûmena niwêneran Nancy Pelocy xemên xwe der birîn û got tevlêkirina Korya Bakur dê piroje biryar rastî derengmayînê bike di Sînato de.

Di derbarê sepandina cezayan de li dijî Rûsya Pelosî got:

“vehewandina Korya Bakur di nav vê piroje biryarê rê li Kongrês nagire ku sepandina cezayan li ser Rûsya û danîna wan li ser masya serok berî pişûya Tebaxê.“

Gelek qanûnsaz hêvî dikin ku piroje biryar dê peyamekê ji serok Donald Trump re bişîne ku pêwîste ew bihêz be li dijî Rûsya.

XS
SM
MD
LG