Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden li Dor Krîza Ukraynayê Dîsa Putin Hişyar Dike


Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Şemiyê di pêwendiyeke telefonê da careke din hişyarî daye Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ku heke Rûsya êrişî Ukraynayê bike, dê rû bi rûyê encamên “lezgîn û giran” bibe.

Biden û Pûtîn li ser krîzê gotûbêj kirin ji ber ku alozî û nîgeranî berdevam dikin ku Rûsya amade ye Ukraynayê dagir bike. Rûsyayê di mehên dawîyê da zêdetirî 100,000 leşker li ser sînorê Ukraynayê kom kirine û hêşta wan leşkeran zêde dike.

Piştî axivtina telefonê, Yury Ushakov, şêwirmendê payebilind yê siyaseta derve ya Kremlînê, got ku Biden bi piranî ramanên ku wî di meha Çileyê de pêşkêş kiribûn ji bo çareserkirina nîgeranîyên ewlehiyê yên Rûsyayê dubare kirine.

Berpirsê Kremlînê got "Lê mixabin, ev nirxandin bersiva nîgeranîyên sereke yên Rûsyayê nade". Û wî herwiha got Rûsya dê di demek nêzîk de bersiva wan pêşniyarên dijber/kêrnehatî bide.

Ushakov got ku axivtina ser telefonê "hevseng û karsazî" bû û her du rêber "pêkhatin ku têkiliyan di her astekê da berdewam bikin."

Lê di heman demê de wî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Amerîkayê ya ku di demek nêzîk da dibe ku dagirkerî çêbibe jî nirxand û got: "dînatî gehiştîye asta herî bilind."

Lê Waşîngtonê raporên îstixbaratê wergirtine ku dibe ku ew êrîş heta roja Çarşemê pêk bihêt.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe de got, "Serok Biden bi zelalî dîyar kirîye ku heke Rûsya êrişeke din li ser Ukraynayê bike, Amerîka ligel hevalbend û hevkarên xwe dê bi biryar bersivê bidin û lêçûnên bilez û giran li ser Rûsyayê bisepînin."

Herwiha "Serok Biden bo Serok Pûtînî ron kirîye ku her çend Amerîka bo dîplomasîyê amade be, bi hemahengiya tam digel hevalbend û hevkarên xwe, em bo senaryoyên din jî bi heman awayî amade ne."

Karbidestekî payebilind yê rêveberiya Amerîkayê piştî axivtina ser telefonê gote rojnamevanan "di dînamîkên bingehîn" yên krîzê da çi guhertin çênebûne. Karbidestî got Biden dîsa çareseriyên dîplomatîk pêşniyar kirine lê ne dîyar e ka Putîn dê çi biryar bide.

Jiber alozîyên navborî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kyivê dest bi valakirina karmendên xwe kirîye. Karbidestekî Wezareta Derve roja Şemiyê gote rojnamevanan ku karûbarên konsulxaneyê li Balyozxaneya Amerîkayê li Ukraynayê dê roja Yekşemê bihê ravestandin. Û xizmetên pasaport, vize û karûbarên din ji roja Yekşemê pêve êdî nahên kirin.

Herwiha Roja Şemiyê , Brîtanya, Almanya, Hollanda, Avustralya û çend welatên din jî ji welatiyên xwe xwastin ku di zûtirîn dem da ji Ukraynayê derbikevin.

XS
SM
MD
LG