Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî Digihêjin Polonyayê jibo Bihêzkirina NATO'yê li Rojhilata Ewrupayê


Wezareta Berevanî ya Polonyayê ragihand ku yekem leşkerên Amerîkî gihîştin Polonnyayê jibo bihêzkirina hevalbendên NATO'yê li Rojhilata Ewrupayê, li vê dema ku tirs heye Rûsya êrîşî cîrana xwe Ukraynayê bike.

Berdevkê leşkerî yê Polonyayê got ku "Wekî ku hatîye ragihandin, yekem yekîneya şer ya 82an ya Esmanî ya Artêşa Amerîkayê gihîşte Polonyayê."

Hêzên Amerîkî gihîştin bingeha leşkerî ya Rzeszow li başûrê rojhilatê Polonyayê, li nêzîkî sînorê wê ligel Ukraynayê, piştî ku serokê Amerîkî Joe Biden roja Çarşemê ferman da ku 1,700 leşker bo wê derê bên şandin.

Nêzîkî 4,000 leşkerên Amerîkî ji sala 2017'an ve li Polonyayê bi awayekî dewrî bi cîh bûne.

Biden herwiha ferman da ku leşker derbazî Romanya û Almanyayê jî bibin, ku tevahîya hejmara leşkerên zêde bû nêzîkî 3,000'an e.

Amerîka di meha Çileyê da 8,500 leşkerên xwe xist rewşa hişyariyê da ku heke pêwîst bike li Ewrupayê bi cîh bibin. Ew di hişyariya bilind da dimînin û tê çaverê kirin ku wezîrên berevaniyê yên NATO'yê di civîna xwe ya bê de di 16-17'ê Reşemê de li ser zêdekirina hêzan gotûbêjan bikin.

Du rêberên navdar yên Ewropî biryar e di rojên pêş de biçin paytextên Rûsya û Ukraynayê da ku ligel hevtayên xwe danûstandinên bergirîyên dîplomatîk bikin ji bo kêmkirina alozîyên zêde dibin li dor êrîşa pêkan ya Moskowê ser Ukraynayê.

Di wê çarçoveyê da Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Duşemê dê biçe Moskowê û roja Sêşemê jî dê biçe Kyivê. Heftîya bê, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di 14'ê Reşemê da dê serdana Kyivê bike û 15'ê Reşemê jî serdana Moskowê bike.

XS
SM
MD
LG