Serokê Amerîkayê Joe Biden dê ewro roja Yekşemê serdana bajarê Uvalde bike, li eyaleta Teksasê ku ev cara duyemîn e ku vê mehê ew diçe bajarokekê din jiber gulebarana girseyî.
Hefteya borî li bajarokê Uvalde ya li eyaleta Texasê 19 zarokên dibistanê û du mamoste hatibûn kuştin dema ku çekdarekî ciwan ket Dibistana Seretayî ya bi nave Robb û ew gulebaran kirin. Di destpêka vê mehê da jî, Bidenî serdana bajarê Buffalo kiribû, li New Yorkê, ku kesekî serdestîya kesên spî diparêze li supermarketekê gule rêşandibûn û 10 kesên Reş kuştibûn.
Ewro roja Yekşemê li Uvalde, Biden digel xanima yekê Jill Biden, dê ligel malbatên qurbanîyan û rizgarbûyên ji gulebarana dibistanê bicive. Her wiha dê serdana cihê bîrînana qurbaniyan bikin û beşdarî merasima li Dêra Katolîk Sacred Heart bibin.