Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, rejîma Îranê di bin fişara Amerîka de ye, di demekê de, ku ew hewl dide bo çareserîyekê ji bo daxwazên Amerîka di danûstandinan de ye.
Amerîka dixwaze Tehran dest ji armancên xwe yên çekên navokî û tepeserkirina xwepêşandanan berde.
Di boneya National Prayer Breakfast de, Trump derbarî rejîma Îranê got, “Ew niha danûstandinan dikin. Ew naxwazin em êrîşî wan bikin, me keştiyên mezin hene ku diçin wir.”
Karbidestekî Koşka Sipî gote Dengê Amerîka, civîna di navbera berpirsên Amerîka û rejîma Îranê de li paytexta Omanê, Mesqet, di roja Înê de bêne kirin.
Ev dibe yekem danûstandinên rasterast yên Amerîka û Îranê her ji dema ku Omanê sala borî mihvandarîya jimareka danûstadinan kiribû ku di wî demî de, Serok Trump derfetek pêşkeşî Îranê kirbû da dest ji çalakîyên xwe yên navokî berde. Piştî ku danûstandin negihîştin encamekê, Trump di meha Hezîranê de ferman da ku êrîşên asmanî li ser navendên çekên navokî yên Îranê bike, weko piştgirîya bo şerê 12 rojan a Îsraîlê li dijî rejîma Îranê.
Serokê Ameîka roja Çarşemê di hevpeyvînekê de digel tora NBC News got, divê Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî "gelek nîgeran be" ji ber fişara ku ew li ser rejîmê dike da ku seredarîya xwe ya xirab rawestîne.
Wî got ku danûstandin têne kirin, bêyî ku zanyariyên zêdetir bide.
Roja Çarşemê, Wezîrê Derve Marco Rubio gote rojnamevanan, ku Amerîka amade ye ji bo danûstandinên "watedar" digel rejîma Îranê ku divê li ser mûşekên balîstîk û piştgirîya rêkxistinên terorîst li tevaya herêmê û programê wî yê navokî û serederîya wan bi gelê wan re.