Serokê Amrîka Donald Trump got, "Min di Dema gera Yekemin ya Seroktîya xwe de, artêş bi tevahî ji nû ve ava kir, ku têde çekên navokî yên nû û gelek çekên navokî yên din hene."
Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Min hêzek a valahîya esmanî çêkir û niha ez li ser ava kirina leşkerekî di asta herî blind ava dikim.”
Serok Trump herwiha da zanin, ku em keştiyên şer yên nû li ser hêza xew ya leşkerî zêde dikin, ku bi 100'an caran ji hêza deryayî ya ser dema şerê Dûyemîn yê cihanê weko keştiyên Iowa, Missouri, Alabama û yên din bihêztir in.
“Min pêşî li şerên navokî yên li sertaserî cîhanê dinavbera Pakistan û Hindistanê, Îran û Îsraîlê, Rûsia û Ukraynayê de girt,” Serok Trump got.
Dîsan got, “Li şûna dirêjkirina peymana (NEW START) ku peymanek xirabe bo Amerîka, divê şarezayên me yên navokî peymanek a nû û ya serdem û demdirêj pêk bînin.