Wezareta Xezîneyê Amerîka roja Duşemê ragihand ku Wezîra Xezîneyê Janet Yellen dê vê hefteyê ji bo du rojên danûstandinan, mêvandariya cîgirê serokwezîrê Çînê He Lifeng bike, ku beşeke ji zincîreyeke danûstandinên di asta bilind de yên di navbera karbidestên Amerîkî û Çînî de, di demekê de ku herdu aboriyên herî mezin yên cîhanê hewl didin ku aloziyan kêm bikin.
Danûstandinên Yellen-He yên ku ji bo Pêcnşem û Înê hatine danîn, ew berî destpêkirina Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê li San Francisco ku di 11ê Mijdarê de dest pê dike, dibin.
Tê çaverêkirin ku Serok Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping hefteya bê di lûtkeyê de bicivin. Dê bibe yekem peywendiya di navbera her du rêberan de di nêzîkê salekê de.
Yellen ji bo ronîkirina kombûna çaverêkirî di Washington Post de nivîsand û got, "Wek bingehek, herdu neteweyên me neçar in ku xetên pêwendiya vekirî ava bikin û nehêlin nakokiyên me berbi pevçûnê ve biçin. Lê em di heman demê de dizanin ku têkiliya me bi rêvebirina krîzê nayê sînordarkirin."
Hevdîtina di navbera herdu rayedarên payebilind yên hikûmetê de tê piştî ku Biden di dawiya meha borî de bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re nêzîkî saetekê li Koşka Spî axivî, dema ku dîplomatkarê payebilind yê Pekînê hat Washingtonê ji bo danûstandinan bi wezîrê derve yê Amerîkî Antony Blinken û şêwirmendê ewlekariyê yê Koşka Spî Jake Sullivan re.
Xi bi heman rengî di Hezîranê de bi Blinken re hevdîtin kir dema ku Blinken çû Pekînê ji bo danûstandinên bi Wang re.
Jêder: AP