Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Balyozxaneya xwe ya li Şamê Daxist


Amerîka Balyozxaneya xwe ya li Şamê Daxist

Welatên Yekbûyî yên Amerîka balyozxaneya xwe ya li Sûrîyê daxist û jiber rewşa ku bi xirabtir dibe, hemî dîplomatên xwe yên mayîn paşve kişandin.

Biryara îro li demekê tê ku hêzên hikûmetê êrîşên xwe yên topî û roketî li ser bajarê Himusê ya kêşebar zêdetir dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkî roja Duşemê ragihand, kar û barên balyozxaneyê hatine cemidandin û Balyoz Robert Ford û karmendên din ji Sûrîyê derçûn.

Hikûmeta Amerîkî hişyarî dabû Şamê ku ewê balyoznaeya xwe ya wî welatî bigire, eger hikûneta Sûrî rewşa heyî baştir neke û ewlehîya karmendên wê misoger neke.

Bi vê biryarê, tenemayîna dîplomatîk ya hikûmeta Beşer Esed pirtir dibe, jiber tepeserkirina kujêr ya ser xwenîşandêran û tundûtûjîya li seranser welêt.

XS
SM
MD
LG