Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Herî Kêm 17 Kes li Himusê Hatine Kuştin


Bizavkarên Sûrî: Herî Kêm 17 Kes li Himusê Hatine Kuştin
Bizavkarên Sûrî: Herî Kêm 17 Kes li Himusê Hatine Kuştin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, bi kêmî ve 17 kes di encama bombebarana hêzên hikûmetê de li Himusê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Televîzyonên setaleytî yên Erebî îro Duşemê dîmenên ji bajarê Himusê nîşan dan ku bajar di nav dûkelê de ye û gelek avahî hilweşîyane.

Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, “çeteyên terorîst” li paş wan bûyerên bombekirinê ne.

Îdîayên heyî ji alîyê jêderên serbixwe ve nayên rastandin, jiber ku hikûmeta Sûrî nahêle medyaya serbixwe li wî welatî kar bike.

Tundûtûjîya Duşemê çend roj piştî êrîşa kujêr ya roja Înî hat ku bizavkaran ragihandibû li Himusê qirkirinek hate kirin û herî kêm 200 kes di bombebarana hikûmetê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG