Bi milyonan hilbijêrên Amerîkî îro Sêşemê jibo dîyar bikin ku ewê Cîgira Serok Kamala Harris yan Serokê berê Donald Trump bibe lîderê nû dengên xwe didin.
Anketên dawî nîşan didin ku bi taybetî li eyaletên biryarder yên bandoreke girîng li encaman dikin her du berbijar deqedeq diçin.
Her du berbijar do Duşemê li Pennsylvania ya biryarder bûn û li herêma Pittsburgê jimareke mîtîngan çêkirin.
Harris li kargeheke polatan ya Pittsburghê got ku momentum li hêla wan e.
‘’Kempeyna jibo daxwaz, xeyal û xwestinên Amerîkîyan e. Û em dizanin ku êdî dem hatiye ku li Amerîka rêberîyeke nû destpê bike.’’
Wê got ku divê encama serketinê bi dest xwe xin û dîyar kir ku ew bi gel re bawer dike ku ewê bi ser kevin.
Trump jî li saloneke sporê ji alîgirên xwe re got ku ewê bi rêvebirîya nû re pêşveçûneke mezin ya aborî çêke.
‘’Eger hûn dengên xwe bidin Kamala hûnê çar salên din feqîrî, felaket û têkçûnê bibînin û wisa belkî welatê me careke din nikaribe rabe ser xwe. Dengên xwe bidin, ezê jibo Amerîka ya bi hemî rengan, ol û bawerîyan û nijadan dahatên pir, karên pir û pêla fersend û dewlemendîyê çêkim. Jibo hemîyan.’’
Berî Roja Hilbijaritinê ya Amerîka ya îro Sêşemê pirtir ji 81 milyon Amerîkî yan çûn ser sindoqan yan jî bi rêka postê dengên xwe zûtir dan.
Sala 2022’an dema Serok Joe Biden di hilbijartinan de Trump têk biribû 158 milyon kesan deng dabûn.
Di wan hilbijartinan de Demokrat bi ser ketibûn û Trump heta îro dibêje di wan hilbijartinan de sextekarî çêbûye.
Trump ser encamên hilbijartinên 2020’an hewil da ku îtiraz bike û dijî biryarên dadgeran jî derket ku piranîya wan ji alîyê wî ve hatibûn erkdar kirin.
W roja Yekşemê wî li Pennsylvania got ku sala 2021’an dema Biden dest bi kar dikir divê ew ji Qesira Sipî derneketa.
Trump got ku ewê encamên roja Sêşemê ger hilbijartin bi awayekî adil çêbin qebûl bike ku rexnegerin Demokrat dibêjin wateya vê gotinê bi tenê serketina wî ye.
Hem Trump û hem jî Harrris jibo îtirazên ser dengan û dengdanê tîmên berfireh yên parêzeran çêkirin.
Ger Trump di hilbijartinan de bi ser keve ewê piştî Grover Cleveland yê salên 1880an bibe serokê duyê ku du dewran li ser hev seroktî nekiriye.
Bi serketinê re Trump wê bibe serokê pêşî yê sûcdar ku wî ser para huşkirina ya jibo stareke pornoyê ji 34 tawanbarkirinan ceza sitandibû.
Trump bi gotinên tund yên dijî Demokratan dawî li kempeyna xwe anî.
Wî ser Demokratan got ku ‘’dijminên navxweyî’’ ne û dîyar kir ku ew dijî siberoja welêt gefan dixwin.
Trump ser Harris got ku ‘’hişên wê kêm’’ in û dîyar kir ku ewê di peywendîyên navneteweyî de bibe piyona rêberên din yên cîhanê.
Harris çend hefte ne îdia dikir ku kempeyna wî qels e, lê di demên dawî de got ku ew êdî geşbîntir e û li bendê ye ku bibe seroka 47’an ya welêt.
Ger Harris were hilbijartin ewê bibe seroka jin ya pêşî ya Amerîka, seroka pêşî ya bi eslê xwe ji Asyaya Başûr û seroka reş ya duyê ya piştî Barack Obama.
Harris ser Trump got ku ‘’mirovekî ne cidî’’ ye û dîyar kir ku ewê dijî demokrasîya Amerîkî gefan bixwe.
Wê bi berdewamî bi bîr xist ku Dadgeha Bilind ya Amerîka serê vê salê biryar daye ku serok jiber kiryarên xwe yên fermî nikarin werin darizandin û got ku jiber wê biryarê Trump wê li gor sînordarkirinên jibo serokan tevnegere.
Pisporên anketan dibêjin hilbijêrên welêt di navbera du berbijaran de bi awayekî kûr ji hev veqetîne.
Vê veqetînê bandor li texmînên sazîyên mezin yên medya jî kiriye.
Anketên deqîqeyên dawî nîşan didin ku Harris û Trump li eyaletên biryarder hema bêje deqedeq diçin.
Li gor anketa ABC News ji 7 eyaletên biryarder li 5’an li pêş e û Washington Post dibêje encamên berhevkirî yên anketan raber dikin ku Harris li 4 eyaletan bi ser dikeve.
Anket raber dikin ku Harris yan jî Trump li 43 eyaletan bi awayekî rihet bi ser dikevin ku ger li wan eyaletan rewşeke berovajî çênebe ewê 7 eyaletên din yên biryarder jibo encaman dîyarker bin ku her du berbijaran li wan eyaletan gelek mîtîng li dar xistin.
Jêder: VOA