Ajansan êvariya roja Înê ragihandin ku, li firîngeha Fort Lauderdale li eyaleta Florida ya Amerîkî çekdarekî li pişka wergirtina çentan êrîşa çekdarî pêkaniye di encam de 5 kes hatine kuştin û 8 kes jî bireîndar bûne, êrîşkar hatiye girtin.
Media Amerîka dabû xûyakirin ku, çekdarê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Hind çavkaniyan dan zanîn ku, çekdarê êrîşkar ji sefereka Keneda hatiye, dema gihaye firîngeha Fort Lauderdale li Florida çûye hola çentan wergirtinê, piştî çenta xwe wergirtiye çûye di destavan de û derketîye dest bi gullebarandinê kiriye,
Peyvdarê senatorê eyaleta Florida Bill Delson ji bo kenalên Mediyayî daye xûyakirin ku nasnama êrîşkar hatiye diyarkirin, navê wî Esteban Santiago ye, di jiyê 26 salî deye û nasnama leşkerên Amerîkî di gel daye, xwecihê eyaleta New Jersey ye, peyvdar got, dema senator bi berpirsên pişka ewlekariya veguhastinê axfitê ev pêzanîn ji wan wergirtine.
Saziyên ewlekariyê lêkolîn dikin da kû bizanin kanê motîvê kesê êrîşkar çiye û çi li pişt êrîşê heye.
Scott Israel berpirsê polîsên herêma Broward gotiye hêj zûye bihê zanîn kanê sedema êrîşê çiye, herweha got weha dixwyê ku hewildanek şexsî û tekane be. Lê mediya Amerîka dide zanîn ku kesê êrîşkar, jibo xizmeta leşkerî çûye Îraqê û rewşa wî ya derûnî ne temame.
Isreal di Twîteka xwe de dibêje, gomanbar biriye girtîgehê bo lêpirsînê.