Serok Amerîkayê Donald Trump civîna destpêkê ya Desteya Aştîyê vedike û dibêje Amerîka û endamên din soz didin ku 17 milyar dolar ji bo aştîyê li Kerta Xezeyê û avakirina wê.
Serok Trump roja Pêncşemê li Washington civîna yekem a Desteya Aştîyê vekir û di gotara xwe de got ku Amerîka dê 10 milyar dolar terxan bike ji bo destpêkirina projeyên nû li herêma ku dê ji şerê du salan derkeve.
Trump behsa soza Amerîkayê kir û got: "Li gor lêçûna şer, ev pere li hember du hefteyên şer, hejmarek gelek biçûk e jî."
Serokê Amerîkayî got, "Em dikarin bi hev re xewna aramîyeke mayînde bo herêmekê ku bi sedsalan şer, derdeserî û komkujî dîtine, pêk bînin... Û bi hêvî me ku em karibin çavên cîhanê bikşînin ser wê xeyalê ku çawa em dikarin nakokîyên din ên dijwar werin çareserkirin."
Serok Trump di beşekî axaftina xwe de got, "7 milyar dolarên din ji aliyê hin 27 endamên damezrêner ên desteyê ve hatine sozdan." Wî navê hin beşdaran wekî Azerbeycan, Behreyn, Kazaxistan, Kuweyt, Mexrib, Qeter, Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Ozbekistan binav kir.
Trump di merasîma 22ê Çile de li Davos, Swîsreyê, wekî beşek ji plana xwe ya ku di Îlona borî de ji bo anîna aştîyê li Xezeyê pêşniyar kir, Desteya Aştîyê damezrand. Devera Filistînî ji wêranîya şerekî du salan ku ji ber şerê Îsraîlê yê ligel koma terorîst a Hemasê re di sala 2023an de derket holê, derdikeve. Agirbestek bi navbeynkarîya Amerîkayê di Cotmeha borî de pêk hat ku bû sedema rawestandina pevçûnan û Hemas di rewşeke qels de hişt.
Serok Trump herwiha diyar kir ku Albanya, Kazaxistan û Kosovo soz dane ku hêzên leşkerî û polîsên xwe ji bo Hêza Aramkirinê ya Navneteweyî bişînin Xezeyê. Wî got ku Misir û Urdun jî alîkarîyeke girîng dikin ji bo perwerde û piştgirîkirina polîsên Filistînî.
Sîrwan Qiçço ser civînê agahîyên zêdetir dide.