Hêzên Amerîka, Fransa û Brîtanya di şevekê de li herêma Deryaya Sor bi dehan dronên Hûsiyan xistin xwar piştî ku êrîşî keştiyên bazirganî û keştiyên wêrankar yên Amerîka û hevpeymanan kirî.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî "CENTCOM"ê di daxuyaniyekê de got, roja Şemiyê piştî ku Hûsiyên Yemenê yên ser bi Îranê ve êrîşên xwe li ser keştiya Propel Fortune û keştiyên wêrankar yên Amerîkî li herêmê zêde kirin wan bersivek tunda daye Hûsiyan.
Hûsiyan li derya Sor û li kendava Adenê ji Mijdara borî heta niha weke bersivdana êrşên Îsraîl li ser Gaza, êrîşên xwe li ser keştiyên bazirganiya navnetewî zêde kirine.
Berdevkê leşkerî yê koma çekdarên Hûsî Yahya Sarea di axaftina televîzyonê ya roja Şemiyê de got ku wan keştiyên wêrankar yên Amerîkî û keştiyên li herêmê bi 37 dronan armanc girtine.
"hejmarek keştiyên wêrankerên şer yên Amerîkî li derya Sor û kendava
Adenê bi 37 dronan armanc hatin girtin." Berdevê Hûsiyan got.
Ji aliy xwe ve, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM)'ê ragihand ku artêşa Amerîka û Hêzên koalîsyonê herî kêm 28 firokên bê firokevan yên Hûsiyan xistin xwarê.
Li aliyek din Wezareta Berevaniya Brîtanya ragihand ku keştiya wê ya şer HMS Richmond tevlî hevalbendên navneteweyî bû li dij êrîşa dronên Hûsiyan.
Êrîş bi şev pêkhat, û radigihîne ku ti ziyan di nav hêzên wan de çênebûne.
"Şeva borî, HMS Richmond mûşekên xwe yên Sea Ceptor bikar anî
du dronên êrîşkar xistin xwarê." Ev yek di peyamekê platforma X'ê de ji aliyê Wezîrê Berevaniyê Grant Shapps ve hat ragihand.
Reuters li gor CENTCOM'ê radigihîne ku piştî pevçûnên danê sibehê, hêzên Amerîka û Koalîsyonê di navbera saet 04:00 û 8:20 sibehê (bi dema Sana) 9'ê Adarê danê sibê de herî kêm 28 firkên bê pîlot yên Hûsiyan xistin xwarê.
Di êrîşê de ti keştiyên hêzên deryayî yên Amerîka û Hevpeymaniyê ziyan nedît û herwiha ti rapor ji aliyê keştiyên bazirganî ve derbarê ziyanan de nehatin bidestxistin.
Jêder: Reuters/CENTCOM