Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Toleyên Nû li Dij Îranê Û Hûsiyan Radigihîne


Wezîra Xezîneya Amerîka Janet Yellen / AFP)
Wezîra Xezîneya Amerîka Janet Yellen / AFP)

Amerîka toleyên nû li ser fermandarên Îranî, yên Hûsiyan û keştiyeke sepandin, ku wê keştiyê buhayê zêdetirî 100 milyon dolaran kelûpelên Îranê veguhastine Çînê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê siza li ser Cîgirê Fermandarê leşkerê Qudsê yê Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Riza Felahzade û endamê grûpa çekdar ya Hûsî Îbrahîm Al Neşîrî sepand.

Wezaretê siza li dij Cap Tees ragihandin ku xwediyê wê keştiyê ye ya ku kelûpelên Îranî vediguhastin û difirot da ku piştgirî bide hêzên Qudsê Hûsiyan.

Wezaret herwiha dibêje ku artêşa Îranê piştgiriya Îstixbaratî û çekan pêşkêşî Hûsiyan kirîye, û hevkar bûye ligel Husîyan di êrişên ser keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî li deryaya Sor.

Jiber êrîşên Hûsiyan li deryaya sor û Bab Al Mandab metirsiya li ser keştiyên bazirganiyê li wê derava navnetewî zêde kiriye. Hêzên Amerîka û Brîtanyayê wek bersivdan gelek êrîşên esmanî li dijî bingeh û armancên Hûsîyên Yemenê pêk anîne, lê hêjî ew êrîş nebûne sedema rawestandina êrîşên Hûsiyan.

Wezaret dibêje Amerîka roja Sêşemê, dîsan tole li dij du kompaniyan ragihandine ku keştiya wan buhayê zêdetirî 100 milyon dolar kelûpelên Îranî veguhestibûn Çînê.

Li aliyek din Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen roja Sêşemê di preskonferansekê de got "Îsraîl razî bûye ku ji nû ve veguheztina dahatên bacê ji Desthilata Filistînê re ji bo fînansekirina karûbarên bingehîn û bihêzkirina aboriya Kenara Rojava dest pê bike."

Çavkanî: Reuters/The Jerusalem Post

XS
SM
MD
LG