Amerîka cezayan li ser çend kesayetîyên navdar yên Îranî ferz dike, ewên ku di serkutkirin û tepeserkirina xwepêşanderan de beşdar bûne.
Di demekê de ku gelê wêrek yê Îranê ji bo mafên xwe yên bingehîn têkoşîna xwe didomîne, rejîma Îranê bi tundî û zordarîyeke hovane li dijî gelê xwe bersiv daye, Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Pêncşemê got.
Wezareta Derve di daxuyanîyekê de ragihand ku Amerîka, Zindana Ferdîs ya navek pir xerab heye destnîşan dike, ku wê zindanê serederîyeke pir giran û hovane bi jinan re kirîye û ew biçûk xistine.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî îro Pêncşemê ragihand ku wan cezayan danîne ser berpirsên payebilind yên Îranî, di nav de Elî Larîcanî, Sekreterê Desteya Bilind ya Ewlekarîya Neteweyî, fermandarên polîsan li çend bajaran û toreke kompanî û kesan ku di şûştina dahatên petrol û petrokimyayî de beşdar in.
Cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji aliyê Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) ve, hatin ferzkirin.
Xwepêşanderên Îranî yên ku ji bo azadîyên bingehîn û başkirina rewşa aborî derketine kolanan, rastî tepeserîyeke bêhempa ya rejîmê hatine. Di encamê de bi hezaran kes hatine kuştin, birîndar bûne yan jî hatine girtin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bassent di daxuyaniyekê de got, Amerîka piştgirîyê dide hewldanên gelê Îranê ji bo bidestxistina azadî û dadwerîyê.
Bassent got, "Li ser fermana Serok Trump, Wezareta Xezîneyê cezayan li ser rêberên serekî yên (rejîma) Îranê yên ku di tepeserkirina hovane ya gelê Îranê de beşdar bûne, ferz dike."
Wî herwiha got ku Wezareta Xezîneyê dê her amûrekê bikar bîne da ku kesên ku di binpêkirin û tepeserkirina hovane ya mafên mirovan de beşdar in, bike armanc.