Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Komara Îslamî li Dijî Gelê Îranê Şer Daye Destpêkirin

Wezareta Derve ya Amerîka
Wezareta Derve ya Amerîka

Wezareta Derve ya Amerîka serkutkirina xwepêşandanên seranserê Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve wekî "şer" û "gefeyeke zelal" li dijî gel binav kir.

Wezareta Derve îro Çarşemê di platforma xwe ya X'ê de bi zimanê Farisî got, "Dema ku karwanên otombîlên leşkerî yên kesk ku bi çek û topan li kolanên Luristanê û deverên din ên Îranê rêz dibin, ev yek eşkere dike ku Komara Îslamî ya Îranê ne gelê Îranê diparêze, lê li dijî wan şer dike."

Wezaretê got, "Ev ne ewlekarî ye, ev gefeyeke eşkere ye."


Berî niha jî, wezaretê li ser birîna torên înternetê û peywendîyan li Îranê gotibû ku Komara Îslamî bi zanebûn gelê Îranê ji cîhana derve qut kiriye û bi wê yekê serkutkirina hovane ya li dijî xwepêşandanan veşartîye.

Serokê Amerîka Donald Trump jî berê ji ber kuştin û sêderadanên li dijî xwepêşanderan hişyarî dabû Komara Îslamî û gotibû ku eger hikûmet kuştina xwepêşanderan berdewam bike, Amerîka dê tedbîran bistîne.

XS
SM
MD
LG