Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku kes û saziyên li Îran, Tirkîyê û Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî ku piştgirî didin bernameya mûşekên balîstîk û çekên pêşketî yên Îranê, dê werin sizadan.
Li gorî cîgirê peyvdarê Wezareta Derve Tommy Pigott, Amerîka sazî, kes yan welatek bazirganîya çekan û alavên girêdayî çekan, ku gelek ji wan bi rêya keştîyên nefermî bo Îranê tên veguhastin dê werin sizadan.
Îran bi domdarî bi rêkên gelek xerab aborîya xwe birêve dibe ku encamên wêrankar bo gelê Îranê hene. Îran ji gelê xwe zêdetir girngîyê dide fînansekirina grûpên çekdar û alîgir li herêmê ku girêdayê wê ne û herwiha bernameya xwe ya mûşekan ku li ser hesaba pêdivîyên jiyana xelkê Îranê dimeşîne.
Daxuyanî dide zanîn ku xwedî an rêvebirên wan keştîyên ne fermî jî hatine cezakirin, ji ber ku bi sed milyonan dolar nirxê neft û berhemên petrokîmyayî yên Îranê veguhastine.
Washington dibêje ev gav armanc dike ku çavkanîyên darayî yên rejîma Îranê qut bike, da ku pêşî li pêşvebirina bernameya mûşekên Îranê bigire ku pasdarên Îranî dixwazin aramîya herêmê têk bidin.
Amerîka tekez kir ku dê bi hemû amûrên berdest bernameyên çekan û çalakîyên bêaramîya herêmî yên Îranê asteng bike.