Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios, ji ser zarê çavkanîyên agahdar, roja Çarşemê ragihand ku Washington bawer dike ku ew nêzîkî gihîştina rêkeftinekê ye bi Îranê re, ji bo vekirina Tengava Hormuzê û bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn.
Malperê diyar kir ku "du berpirsên Amerîkî û du çavkanîyên din ên agahdar" hebûna lihevtêgihîştinê ya yek-rûpelî " ragihandine ku armanc ew e şer bi dawî bibe û çarçoveyek ji bo danûstandinên navokî yên berfirehtir ava bike."
Li gorî Axios, Washington li bendê ye ku di nav 48 demjimêrên bê de ji Tehranê bersivek were dayîn.
Axios ragihand ku "peyman dê ji Îranê bixwaze ku dewlemendkirina uranyomê bicemidîne di berdêla razîbûna Amerîkayê ku cezayên cemidandinê yên ser milyaran dolar fonên Îranê berde. Herdu alî jî dê dorpêçên li ser derbasbûna ji Tengava Hormuzê rakin."
Axios got, "Hîn rêkeftinek dawî nehatiye bidestxistin, lê çavkanî destnîşan dikin ku şansê dawîkirina rêkeftinê ji destpêka şer ve di asta herî bilind de ye."
Trump roja Yekşemê destpêkirina Projeya Azadîyê, bi armanca parastina keştîvanîya bazirganî li Tengava Hormuzê, piştî zêdebûna rageşîya leşkerî di navbera Amerîkayê û Îranê de, ragihandibû.
Serokê Amerîkayê paşê rave kir ku biryara rawestandina operasyonê li ser daxwazên Pakistan û welatên din, û her weha "pêşkeftineke girîng" di danûstandinên bi Îranê re hat dayîn.
Serok Donald Trump sibeya Çarşemê ser îmkana peymanekê bi Îranê re got "Eger Îran lihevhatinê qebûl bike, ku texmîneke mezin e, wê demê ‘Hêrsa Dastanî’ ku bi rastî dastanî ye dê bi dawî bibe."