Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Êrîşên Amerîka li Dij Heşda Şaabî Reaksyon Û Derencam


Hejmarek Heşda Şaabî li derwûberên avahiyê balyozxaneya Amerîka li Bexda

Şeva Pêncşemê û serê sibeya îro Înê, hêzên esmanî yên Amerîka û koalisyona navnetewî ya şerê li dij DAIŞê êrîş birin ser bingehên Heşda Şaabî li Îraqê, bi taybet bo ser bingehên ketayibên Hizbollaha Îraqê li parêzgeha Babil li bingehên Carif Al Saxar û firokxanekê li parêzgeha Kerbela.

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand bû ku, wan li dij komên girêdayî Îranê yên li Îraqê êrîşên esmanî li dar xistine.

Operasyona Amerîka, piştî êrîşên bi muşek yên dijî bingeha leşkerî ya li Tacî ya nêzî Bexda pêk hatin, ku di wan êrîşan da 2 leşkerên Amerîkî û yekê Brîtanî hatbûn kuştin.

Herweha du roj berê, hin firokan êrîş li dij bingehên Heşda Şaabî li herêma Albukama ya li ser sinorê Îraqê û Sûriyê pêk anîbûn.

Abdullah Salih Şirovekar
Abdullah Salih Şirovekar


Berpirsên leşkerê Amerîka û yên Pentagonê li serî Mark Esper wezîrê berevaniyê û berpirsê artêşê di nav da berpirsê Hêzên Navnedî yên Amerîka Gen. Frank McKenzie li ser bûyerê axiftin kirin û dan zanîn ku wan pêzanîn hebûn ku grûbên çekdar yên girêdayî Îranê li Îraqê êrişên mûşkan li dij hêzên wan encam dane, û ewê wan êrîşan bê bersiv nehêlin.

Dr. Îbrahim Hacanî Pisporê leşkerî û mamostayê zanîngehê
Dr. Îbrahim Hacanî Pisporê leşkerî û mamostayê zanîngehê


Bo danûstandina li ser vê mijarê bernama Hello Washington mêvandariya Abdullah Salih şirovekarê siyasî û endamê berê yê parlemena Îraqê û Dr. Îbrahîm Hacanî pisporê leşkerî û mamostayê zanîngehê kir.

Her du mêvanan derbarê vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman û dan zanîn ku siyaseta ne zelal ya Amerîka li herêmê rewş aloz kirîye, p grpên Heşda Şaabî ji Îraqê zêdetir di berjewendiya Îranê da kar dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:32 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG