Serfermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM)ê serdana Îsraîlê kir û li Tel Avîvê bi fermandar û serleşkerên payebilind re dicive.
Li gorî daxuyanîya CENTCOM'ê, Brad Cooper û Eyal Zamîr, serokê fermandarîya giştî ya artêşa Îsraîlê pêşî civînek dualî ya dirêj û taybet li dar xist, û piştre civînek berfirehtir bi serokên rêveberîya îstîxbarat û operasyonên leşkerî yên artêşa Îsraîlê re pêk anîn.
The Jerusalem Post dibêje, Hêzên Berevanîya Îsraîlê roja Yekşemê ragihand ku herdu berpirs roja Şemiyê civiyane, ev yek "têkiliya xurt û girêdana stratejîk di navbera artêşa Îrsarîl û artêşa Amerîkî de" nîşan dide.
Medyaya Îsraîlê got ku ev serdan bi zêdebûna rageşîya bi Komara Îslamî û gefên Serokê Amerîka Donald Trump yên li ser çalakîya leşkerî di bersiva serkutkirina xwepêşanderan li Îranê de.
Raport didin zanîn ku serdan hevdem bû ligel nakokîyên di navbera Washington û Tel Avîvê de li ser gavên pêşerojê yên agirbesta li Gazayê.
Di hefteyên dawî de, artêşa Îsraîlê hebûna xwe zêde kiriye, di heman demê de hebûna leşkerî ya Amerîkî li herêmê xurttir bûye. Ev çendîn car in, fermandarê CENTCOM'ê ji bo nirxandina rewşa ewlehîyê serdana welatên din ên Rojhilata Navîn kiriye.
Ji bo her êrîşeke leşkerî ya çaverêkirî li dijî Îranê, dê li benda biryara dawî ya serok Trump bimîne.