Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balefira Amerîkî li Hindav Derya Filipîn Dikeve Xwar


Hêzên Deryayî yên Amerîka roja Çarşemê ragihand ku, balefireke wan li hindavî derya Filipîn li avên Okyanosa Hêmin keftiye xwar, 11 kes di balefirê de bûn 8 kes hatine rizgar kirin, balefir bi rê de bû daku bigihe gemîya Amerîkî ya Firokehelgir.

Wezareta berevaniya Japonya di bersivdana pirsa ajansa Frans Press de gotiye, tîma li hewar hatinê ya Amerîkî û Japonî şiyane 8 kesan rizgar bikin.

Daxûyaniya hêzên Deryayî yên Amerîka, dide zanîn ku, bûyera firoke ketinê, li başûrê Japonya qewimî ye, wezîrê berevaniya Japonya Itsunori Onodera, bo raportvanan daye eşkere kirin û gotiye "li gûr raporta destpêkî ya leşkerê Amerîkî hatiye zanîn ku, pirsgirêkek teknîkî di mekîna firokê de hebûye dibe ku ew sedema ketinê be".

Bûyera ketina firoka Amerîkî di wî çaxî de pêkhat, dema hêzên hevbeş yên Amerîka û Japonya ji roja Pênşema bûrî heta niha rahênan û manûwirên leşkerî li nêzîk Okinawa encam didin, rahênan leşkerî bi beşdarîya 14 hezar leşkerên Amerîkî tevî gemîya Firokehelgir ya "USS Ronald Reagan" pêk tê, ev manûwir û rahênan leşkerî yên di navbera herdu welatan de hersal di vî demî de tên encam dan.

XS
SM
MD
LG