Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyaloga Pêşîgirtinê ya Amerîka û Japonyayê li Washingtonê Hat Lidarxistin

Arşîv: Serokê Amerîka Donald Trump Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi
Arşîv: Serokê Amerîka Donald Trump Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi

Malpera fermî ya Wezareta Derve ya Amerîka daxyunîyek weşand û dibêje, di rojên borî de ji 18ê Sibata 2026an ve li Washington, D.C., Diyaloga Pêşîgirtina Berfireh (EDD) di navbera Amerîka û Japonya de hat lidarxistin.

Diyalog bi biryardarîya serok Donald Trump û serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi hate pêşxistin da ku şiyanên pêşîgirtin û bersivdayînê yên Hevpeymanîyê bihêztir bibin.

Amerîka pabendbûna xwe ya ji bo parastina Japonya, heta bi karanîna şiyanên nuklerî, ji nû ve serast kir. Japonya jî piştgirîya xwe ji bo operasyonên Amerîka yên ku aştîyê diparêzin dubare kir.

Herdu alîyan li ser komkirin û ceribandina çekên navokî yên Çînê û her wiha li ser nelihevhatina Rûsya bi kontrola çekan re gotûbêj kirin.

Gotûbêj her wiha li ser pêşveçûna bernameyên navokî û mûşekan ên Korya Bakur (DPRK) hate kirin, û herdu alîyan pabendbûna xwe ya ji bo bêçekkirina tevahî ya wî welêt ji nû ve piştrast kirin.

Daxuyanîya wezaretê dibêje, şandên hevbeş li ser xurtkirina peyamên stratejîk, hevrêzîya ji bo piştgirîya pêşîgirtina berfireh a Amerîka, ku ji hêla şiyanên parastinê yên Japonya ve tê xurtkirin, hatin gotûbêjkirin.

Di dawîyê de, şandeyên herdu welatan rahênanên leşkerî yên birêkûpêk di danûstandinan de plan kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG