Roja Çarşemê Qesra Spî daxûyaniyek rojnamevanî derbarê rewşa Koreya Bakur weşand, daxûyanî taybete derbarê axftina serokê Amerîka Donald Trump bi serokê Komara Çîna Millî Xi Jinping re bû, ya derbarê gefên Koreya Bakur û avêtina muşeka dawiya ya balistîk.
Daxûyanî dibêje, serok Trump derbarê avêtina mûşeka dawî ligel serokê Komara Çîna Millî axftin kirin, Serok Trump "tekezê liser bervanîkirin ji Amerîka û hevpemaniyên xwe dike ji gefên berdewam yên rejîma Koerya Bakur, serok Trump ji serokê Çînê Xi Jinping xwest ku, hemû rêyan ligel Koreya Bakur biceribîne da ku dest ji çavsoriyê berde û veger ser rêya nehiştina çekê Navokî.